
Em bi endama Tevgerên Jînen Azad (TJA-Komelên Jinên Azad) a Amedê Berfîn Çalan re li ser çalakiyên 8’ê Adarê axivîn.
Çalan destnîşan kir ku di vê serdemê de ku îstîsmar û kuştina jinan zêde bûye yekane sûcdar hişmendiya mêr e û got, “Kedşêlandina mêran li ser keda jinan dest pê kir û heta îro berdewam kir. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi berxwedana jinan dest pê kir, ji bilî vê, weke hevgirtin û têkoşîna jinên kedkar a li dijî dethilatdaran tê bibîranîn, û didome.”
Çalan, diyar kir ku beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku tê payîn li Amedê bi girseyî bê pîrozkirin. Herwiha anî zimên ku wan stand vekirin, derî bi derî geriyan, broşur belav kirin û jinan vexwendî qadan kirin û wiha lê zêde kir: “Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de me bi jinên kedkar re kolan bi kolan, gund bi gund, kuçe bi kuçe û gelek malbatan re têkilî danî. Me qala keda jinan a li malan, li kolanan, li kargehan kir. Li welatê me û li Rojhilata Navîn îstîsmara li ser jinan bi awayeke girantir tê li dar xisitin. Ji ber ku ev îstîsmarkirina jiyana jinan, bi xistina wan di nava şert û mercên zehmet de hem ji aliyê pergala serdest a mêr ve û hem jî ji aliyê mêrên wan ên li malê ve tê afirandin.”
Çalan, da zanîn ku li hemû jinên Amedê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bang kirine ku dakevin qadan û bibin dengê jinên ku rastî zext, biçûkxistin, qetilkirin, lêdan û desteserkirinê hatine û wiha got: “Banga me ji jinan re ev e: Bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qadan xemilînin.”
Tirkiya nûçeyê:
Berfin Çalan: Kadınların emeği ve direnişiyle 8 Mart’ı selamlıyoruz!