Güncel

Li goristana dîrokî ya Ermenan hestiyên mirovan çima li derve ne?

Li gundê Akora ango Axûra yê li Îdirê ku dikeve quntarê Çiyayê Araratê, Goristana Ermenan heye. Li goristana dîrokî ku bi tunebûnê re rû bi rû maye, gelek hestiyên mirovan derketine ser rûyê erdê. Hestî li benda lêpirsînê û parastinê ne.

Gundê Axûra ango Akora bi ser navçeya Aralikê ya Îdirê ve ye. Gund ji hêla bakûr ve li quntarê Çiyayê Araratê ye û 45 kîlometre dûrî navenda Îdirê ye. Li nêzî gund Goristana Ahûra ku aîdî Ermenan e heye. Goristaneka kevnar e. Gund berê cih û warê Ermenena bûye. Niha Kurd li gund diminînin. Li goristana gelek gorên dîrokî hene. Kêlikên goran bi motîfên cuda neqişandinî ne.

Xaç li ser goran hene

Goristan tam li quntarê Çiyayê Araratê (Çiyayê Agirî) ye. Ne diyar e li Goristana çend tirbe ango gor hene. Lê ji ber kevnariya goristanê kêlikên goran ku neqş li serê ne, hine ango çêre girtin e. Rengê kêlikên goran geherî ne. Li ser goran jî xaçên ku wek sembola Xirîstiyaniyê tê zanîn hene.

Ev goristan berê wek Manastira Akora ango Axûra jî tê zanîn. Goristan bêxwedî û bêkes maye û bi tunebûnê re rû bi rû maye.

Hestiyên mirovan û goristan li benda lêkolînê ye

Li goristanê tişta balkêş ew e ku hestiyên mirovan derketine ser rûyê erdê. Li gorekî ku rûxiyaye nav erdê, komek hestiyên mirovan di nav du kevirên goran de hatine veşartin. Heta niha kesî li ser van hestiyan lêpirsînek an jî lêkolînek daye destpêkirin an na ne diyar e. Nayê zanîn ku kî van hestiyan kom kiriye û di navbera her du keviran de veşartî ye. Tê texmînkirin ku kesên diçin serdana goristanê an jî şivanan hestî kom kirin e û li wir veşartin e. Her wiha tê gotin dibe ku ev hestî ji aliyê kesên li xezînê ango defînevanan ve hatine dîtin û li wir hatine komkirin. Her wiha nayê zanîn ku ev hestî yên çend mirovan in û kengê hatine dîtin.

Li gorî pisporên Tiba Edlî ku derheqê hestiyan de agahî dan Ajansa Welat; ev hestî aîdî mirovan in û hestiyê mil û ranên mirovan in.

Dîmen û wêneyên hestiyên mirovan ên li Goristana Ermenan a dîrokî ku ji aliyê ajansa me ve hatin tomarkirin, li benda lêkolînê û parastinê ne

Derbarê goristanê û gund de

Li gorî ku derheqê dîroka gund ango manastirê de tê gotin; ev dever manastira Ermenan e û di sala 341an de hatiye avakirin. Di sala 1840an de li gund erdhej çêdibe û ji ber erdhejê û hezazê gund serûbin dibe. Piştre dîsa gund li nêzî cihê kevn tê avakirin. Gundê Axur-Akora bi çend gundên din ên deverê re di sala 1930an de di çarçoveya “Herêma Qedexe” de tê valakirin û qedexekirin. Piştî qedexeyê dîsa destûra ji bo avakirina avahiyan li gundan tê dayîn.

 

(Kaynak: Ajansa Welat – Bilal Güldem)

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu